Bîlançoya qezayên trafîkê hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Sala borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê milyonek û 549 hezar û 574 qezayên trafîkê çêbûne.

Di van qezayan de 6 hezar û 35 kes mirine û 403 hezar û 937 kes jî birîndar bûne.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên qezayên trafîkê yên sala 2025an eşkere kirin.

Li gorî van amaran, hejmara qezayan li gorî sala beriya wê ji sedî 7,3 zêde bûye.

Ji van qezayan milyonek û 261 hezar û 253 tenê bi zerera madî bûne.

Her wiha 288 hezar û 321 qeza jî bûne sedema mirin û birîndarbûnê.

Piraniya qezayan li nav bajaran çêbûne

Ji wan qezayên ku bûne sedema mirin û birîndarbûnê, ji sedî 86,5ê wan li nav cihên niştecihbûnê (li gund û bajaran) çêbûne.

Ji sedî 13,5ê wan jî li derveyî bajaran li ser rêyên sereke pêk hatine.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara wesayîtên bi motor a ku sala 2024an 31,3 milyon bû, sala 2025an derketiye 33,6 milyonan.

Hejmara wesayîtan zêde bûye lê hejmara miriyan hinekî kêm bûye.

Sala 2024an 6 hezar û 351 kes miribûn lê sala 2025an ev hejmar daketiye 6 hezar û 35an.

Di 288 hezar û 321 qezayên giran de, 2 hezar û 541 kes li cihê bûyerê mirine. 3 hezar û 494 kesan jî piştî ku ew rakirine nexweşxaneyan, di nava mehekê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî amaran, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane bi navînî 16,5 kesan di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Herî zêde li Enqereyê mirin çêbûne

Li gorî parêzgehan, herî zêde mirin bi 290 kesan li Enqereyê çêbûne.

Herî zêde birîndarbûn jî bi 47 hezar û 717 kesan li Stenbolê çêbûne.

Bajarê ku herî kêm qeza lê çêbûne Erdexana Bakurê Kurdistanê ye ku li wir tenê 5 kes mirine.

Nîvê kesên mirî şofêr in

Ji kesên ku di qezayan de canê xwe ji dest daye, ji sedî 50,7 şofêr, ji sedî 29,3 rêwî û ji sedî 20 jî peya bûne.

Ji aliyê zayendî ve jî ji sedî 77,8ê miriyan mêr û ji sedî 22,2 jî jin bûne.

Sedema herî mezin xemsariya şofêran e

Di 345 hezar û 489 xeletiyên ku bûne sedema qezayan de, para herî mezin a şofêran e ku ev jî rêjeya ji sedî 90,6 pêk tîne.

Kêmasiya herî zêde jî wekî "li gorî rewşa rê û hewayê eyarnekirina leza wesayîtê" hatiye qeydkirin.

Her wiha "nedana mafê derbasbûnê" û "ji paş ve lêxistina wesayîtan" jî di rêzên pêş de ne.

Hûrgiliyên din ên qezayan

Dema qezayan: Ji sedî 65ê qezayan bi roj, ji sedî 33,1ê wan bi şev û ji sedî 1,9ê wan jî berbang û êvaran çêbûne.

Cureyên wesayîtan: Ji wesayîtên ku tevlî qezayan bûne; ji sedî 45,2 otomobîl, ji sedî 31,3 motorsîklet û ji sedî 12,5 jî kamyonet in.

Herî zêde di meha Tebaxê de û roja înê qeza çêbûne. Meha ku herî kêm qeza lê çêbûne jî Sibat e.