Yapicioglu: Divê ji bo kesên ku çekan datînin yasa werin guherîn

Hewlêr (Rûdaw) – Zekeriya Yapicioglu li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke rojnamegeriyê li dar xist û li ser tundiyê û çareseriya Pirsgirêka Kurdan nirxandinên berfireh kirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêk ne yekalî ne û destnîşan kir ku divê pirsgirêka tundiyê û Pirsgirêka Kurdan ji hev werin cudakirin û got:

“Zêdetirî 40 sal in ku jîngeheke tundiyê heye.

Divê ev yek tekez were çareserkirin.

Ji bilî vê, Pirsgirêka Kurdan a ku sedsalek derbas kiriye heye.

Ev her du mijar ne sedem an encama hev in.”

Zekeriya Yapicioglu ragihand ku çareserkirina her du mijaran jî mecbûriyetek e.

“Pêşniyaryasaya me amade ye”

Yapicioglu eşkere kir ku tîma wan yekane partî ye ku pêşniyaryasayeke berbiçav a ji 11 madeyan pêşkêş kiriye û ragihand ku wan pêşniyara xwe bi Serokkomar û partiyên siyasî re parve kiriye.

Yapicioglu got, “Zemînek çêbûye ku em karibin li ser biaxivin.”

Yapicioglu diyar kir ku divê gotinên kesên ku çekan datînin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve werin piştrastkirin.

Ji bo vê yekê, wî pêşniyar kir ku “Komîteya Çavdêrî û Tesbîtê” were avakirin ku ji nûnerên wezaretan û MÎTê pêk tê.

Yapicioglu da zanîn ku piştî tesbîtên vê komîteyê Serokkomar dikare rêxistinê wekî "fesixkirî" îlan bike.

“Navnîşana çareseriyê Parlamento ye”

Yapicioglu tekez kir ku navnîşana çareseriya Pirsgirêka Kurdan Parlamentoya Tirkiyeyê ye û anî zimên:

“Heke mesele Pirsgirêka Kurdan be, cihê ku dê çareserî lê were axaftin Parlamento ye ku nûnertiya milet lê heye.”

Her wiha wî bal kişand ser pêdiviya destûreke nû û diyar kir ku destûra heyî şopên darbeyê lê hene û got:

“Destûreke nû ya li ser bingeha lihevkirina civakî ne tercîhek e, mecbûriyetek e.”

Yapicioglu li ser aboriyê ragihand ku meaşê herî kêm û meaşên malnişîniyê têra jiyanê nakin û da zanîn, “Her kes dibîne ku bi van reqaman jiyan nabe” û ji bo başkirina rewşa xelkê xizan bang kir.

Yapicioglu diyar kir ku êrişên li Gazeyê didomin û peymanên navneteweyî nayên bicihanîn.

Her wiha ew li dijî tayînkirina qeyûman derket û anî ziman ku divê kesên hatine hilbijartin li ser kar bin û diyar kir:

“Darizandina bêyî girtinê esas e. Divê kes ji ber nasnameya xwe ya siyasî neyê darizandin.”

“Kurd pêkhateya damezirîner e”

Yapicioglu tekez kir ku Kurd pêkhateya damezirîner a Komara Tirkiyeyê ne û diyar kir ku ew li ser perwerdeya bi zimanê dayîkê ne wekî hinek aliyan dilgiran e û got, “Cudahî me parçe nakin.”

Serokê HUDA PARê ragihand ku ew sala 2026an hilbijartinê çaverê nake lê diyar kir, dibe ku payîza 2027an sindoq werin danîn.

Wî her wiha eşkere kir ku wan hîn namzedek ji bo serokkomariyê diyar nekiriye.