Ji ber PKKê Tirkiyê Balyozê Îtalyayê bo Wezareta Derve bang kir
Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Îtalya yê li Enqerê Giorgio Marrapodî bi hinceta ku li paytexta Îtalyayê “destûr hatiye dayîn alîgirên PKKê meşekê organîze bikin" bangî Wezareta Derve ya Tirkiyê hat kirin. Ji balyoz re fikr û raman û daxwazên Tirkiyê hatin gotin.
Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê ragihand ku ji bo Tirkiye aciziya xwe îfade bike, wan gazî Balyozê Enqerê yê Îtalyayê Giorgio Marrapodi kir ku biçe Wezareta Derve ya Tirkiyê.
Li gor nûçeyê, Tirkiyê ji Îtalyayê re dubare got ku ew ji “çalakiyên PKKê yên li Îtalyayê” aciz in.
Di hevdîtinê de ji balyoz re hate gotin ku, “Tirkiye aciz e ku PKK li ber çavê raya giştî propagandaya reş dike, bi navê saziya civaka sivîl çalakiyan dimeşîne û şaredariyên Îtalyan hemşehrîtiya fexrî dide serkirdeyê rêxistinê (Abdullah Ocalan).”
Li gor daxuyaniy herwiha daxwaz hat kirin ku çalakiyên bi wî rengî yên PKKê û alîgirên wê bên astengkirin.