MANÎSA - Şaredarê ku elektrîkê ew girt bi giranî birîndar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrekê ku elektrîkê ew girt bi giranî birîndar bû.
Şaredarê Manisayê Ferdî Zeyrekçî li mala xwe ya li navçeya Yunusemreyê dema xwest eletrîka hewzê çêbikê elektrîk ew gir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê bi masaja dil midaxaleya ewil kir.
Tîman piştre Ferdî Zeyrekçî bir Nexweşxaneya Zanîngeha Celal Bayarê.
Li gorî zanyariyan, rewşa tenduristiyê ya Şaredarê Manisayê Ferdî Zeyrekçî xerab e.