Yunanistan - Koçberên ku daxwaza wan a penaberiyê were redkirin dê 2 salan bikevin girtîgehê

Dusseldorf (Rûdaw) - Yunanistan li hemberî koçberan xwe ji bo qanûn û tedbîrên tund amadekariyê dike.

Li gorî van tedbîrên nû ku dê di demek nêzîk de werin bicîkirin, hin koçber dikarin heya du salan bikevin girtîgehê.

Li gorî pêşniyarqanûnek ku niha li parlamentoyê ye û wezîrê koçberî û penaberiyê yê welat naveroka wê eşkere kiriye, her koçberek ku daxwaza wî ya penaberiyê li Yunanistanê were redkirin û her li Yunanistanê bimîne, dikare heya du salan ceza lê were birîn.

Jixwe, kesên ku bi qaçaxî digihîjin wî welatî, ji sê mehan heya du salan cezayê girtîgehê li benda wan e.

Wezîrê koçberiyê yê Yunanistanê Makis Voridis got ku wan di sala 2023yan de 74 hezar koçber girtine ku mafê wan ê mayînê nebûye.

Ji wê hejmara koçberên girtî, li gorî gotina wî wezîrê Yunanistanê, 2 hezar û 500 kes hatine dersînorkirin.

Herwiha dibêje, hin kes dikarin heya sê salan jî werin zindankirin.

Hikûmeta Yunanistanê ragihand ku ev pêşniyarqanûna ku li gorî texmînan dê li parlamentoyê were pejirandin û ji vê havînê ve pê bike meriyetê, bi qanûnên nû yên Yekîtiya Ewropayê yên derbarê koçberan de hevaheng e.