DEM Partiyê ji partiyên din xwest ku komîsyon demeke zû were avakirin

Enqere (Rûdaw) - DEM Partiyê ji aliyên siyasî xwest ku komîsyona ji bo pêvajoya nû di demeke nêzîk de were damezrandin.

DEM Partiyê di roja duyemîn a cejnê de piraniya partiyên Parlamentoya Tirkiyeyê pêşwazî kirin.

Di dema seredanan de babeta herî germ a gotûbêjan avakirina komisyona hevbeş a ji pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû.

“Cejin demên aramî, aştî û biratiyê ne”

Parlamenterê AK Partiyê Resul Kurt got:

“Em cejna hemû welatiyên xwe û alema Îslamê pîroz dikin. Cejn demên aramî, aştî û biratiyê ne.

Înşellah em dê vê cejnê di nav aştî, aramî û biratiyê de pêşwazî bikin.”

DEM Partiyê di vê cejnê de ji bilî MHP û AK Partiyê, di heman demê de Partiya Saadetê, Partiya DEVAyê, Partiya Paşerojê û Partiya Yenîden Refahê pêşwazî kirin.

Alîkarê Serokê Partiya Paşerojê Rumî Bekîroglu got:

Em wekî nûnerên Partiya Paşerojê li vir in. Em cejna hemû welatiyên xwe pîroz dikin.

Em bi hêviya dostanî, yekîtî û biratiyê pîrozbahiyê cejnê dikin.”

Di seredanên pîrozbahiyên cejnê de yek ji babeta sereke mijara avakirina komisyoneke hevbeş a li parlamentoyê bû.

DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de careke din ji aliyên siyasî xwest ku komîsyon di demeke nêzîk de were damezrandin.

“Pêwîst e ku karê damezirandina komisyonê bê kirin”

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştî Tîryakî jî got:

“Pêwîst e ku karê damezirandina komisyonê bê kirin. Peyama Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş jî ew bû.

Hêviya me ew e ku ew dê piştî cejnê biçe serdana partiyan.

Ew dê partiyên komên wan li parlementoyê hene û yên nîne jî ziyaret bike û dê ji bo avakirina komisyonê jî xebat bên meşandin.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP) wekî partiya sereke ya mixalefetê du cejn in li navenda giştî ya partiyê pîrozbahiyê nake.