Memîşoglu: Di serjêkirina qurbanan de 14 hezar kes birîndar bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja yekemîn ya Cejna Qurbanê di dema serjêkirina qurbanan de 14 hezar û 372 kes birîndar bûne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bîlonçoya roja yekemîn a Cejna Qurbanê belav kir.
Li gorî peyama Memîşoglu, di serjêkirina qurbanan de li Enqereyê 1049, li Stenbolê 753, li Konyayê 655, li Dîlokê 634, li Manisayê 572 û bi giştî li 81 parêzgehan 14 hezar û 372 kes birîndar bûne û serlêdana nexweşxaneyan kirine.
Memîşoglu hişyarî da û xwest ku kesên pispor vî karî bikin û pabendî rênimayan bibin.