AK Partî û DEM Partiyê di hevdîtina cejnê de tekezî li ser ‘aştî û biratiyê’ kir
Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya bernameya serdanên partiyên siyasî yên Cejna Qurbanê de şandeyeke AK Partiyê çû serdana DEM Partiyê.
Serdanên partiyên siyasî yên Cejna Qurbanê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de şandeyeke AK Partiyê çû serdana Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî).
Alîkarê Serokê Beşa Rêxistinên Civaka Sivîl û Têkiliyên Gel ê AK Partiyê Resul Kurt, endama Komîteya Biryar û Birêvebiriyê ya Navendî ya Beşa Jinan Tuba Ozdemîr, endama MYKyê ya Beşa Ciwanan a Navenda Giştî Ozge Çelîk di nava şandeya AK Partiyê de bûn û ji aliyê Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî, endamên Meclîsa Partiyê Zeyno Bayramoglu û Îhsan Seylan ve hatin pêşwazîkirin.
Alîkarê Serokê Beşa Rêxistinên Civaka Sivîl û Têkiliyên Gel ê AK Partiyê Resul Kurt di serdana DEM Partiyê de axivî û got:
“Bi gaziya Devlet Bahçelî û piştgiriya xurt a cenabê Serokkomarê me, gaveke girîng hat avêtin.
Di vê çarçoveyê de, rawestandina çekan bi rastî mijareke ku gel girîngiyeke mezin dide, di nav civakê de bersiveke cidî dibîne û divê hemû partiyên siyasî jî piştgiriyê bidinê.
Di vê pêvajoyê de DEM Partiyê jî piştgiriyeke gelekî xurt da.
Niha di vê serdema me de, di vê çaxê de, hebûna tiştekî wisa bi rastî hemû beşên civakê birîndar dike.
Di nava hiqûqa yekîtî, hevgirtin û biratiyê de, bi rêzgirtina ji bo hiqûqa hev, di pêvajoyeke ku dê yekîtî û biratiya welatê me bi awayekî herî baş misoger bike de bûn, me dilşad dike.”
Piştî wî, Mehmet Ruştu Tîryakî ji bo serdana wan spasiya şandeya AK Partiyê kir û anî ziman:
“Em hêvî dikin ku ev Cejna Qurbanê hem ji welatê me re, hem ji herêma me re û hem jî ji hemû cîhana Îslamê re aştî û aramiyê bîne.
Wekî we jî got, Tirkiye bi rastî di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Rûpeleke nû ji bo welatê me tê vekirin.
Em di serdemekê re derbas dibin ku aştiya ku daxwaza me ye, êdî bûye goşt û hestî.
Bi hêviya ku bi hewldanên me hemûyan, bi hewldanên hemû partiyên siyasî yên vî welatî, em bigihêjin vê armancê. Êdî em ne behsa xwîn, hêsir û mirinê, behsa tiştên din bikin.”