Parlamenterê AK Partiyê: Gava yekem hatiye avêtin lê dibe ku 100 gavên din jî bên avêtin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Erziromê yê AK Partiyê Abdurrahîm Firat derbarê pêvajoya nû û biryara kongreya PKKyê got, “Gave yekem hatiye avêtin lê dibe ku 100 gavên din jî bên avêtin.”
Parlamenterê Erziromê yê AK Partiyê Abdurrahîm Firat bû mêvanê bultena Rûdawê û derbarê pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê axivî.
“Hevdîtinên partiyan gaveke girîng e”
Abdurrahîm Firat derbarê hevdîtinên partiyan ên ji bo aşitî û aramiyê de axivî û diyar kir ku ev tiştekî baş e.
Firat destnîşan kir ku heta îro li Tirkiyeyê di navbera DEM Partî, MHP û AK Partiyê de hevdîtin çênebûne û ev pêvajoya aştiyê gaveke ewil e.
“Biryara PKKyê gaveke gelekî Girîng e”
Firat di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser biryara PKKê ya xwefesixkirinê û got:
"Ev gaveke gelekî girîng e. Gava hatiye avêtin ji bo danîna çekan û pêkanîna biratiyê gaveke girîng e."
“Gavên din jî dê bên avêtin”
Firat diyar kir ku pêvajo hîn jî nû ye û wiha domand:
“Me gava ewil avêtiye û dibe ku em sed gavên din biavêjin. Ev nêzîkî sed salan e pirsgirêka Kurdan heye û ev pirsgirêk di nava rojekê de jî safî nabe.
Çareserî dê gav bi gav were pêkanîn, PKK piştî danîna çekan dên gavên din jî biavêje."
“Diyalog çareseriyê tîne”
Parlamenterê Erziromê bal kişand ser girîngiya diyalogê û got:
"Ev hevdîtina partiyan jî gavek e û dema bi hev re diyalog çêbibe çareserî jî dê bê dîtin.
Nabe ku em derfeta çareseriyê ji dest bidin."
“Em hemû birayê hev in”
Bi gotina Firat,li Tirkiyeyê ti pirsgirêk di navbera Kurd û Tirkan de nîne û derbarê vê yekê de jî wî wiha got:
“Em li wî welatî em hemû wekî Kurd, Ereb û Tirk birayê hev in.
Li Tirkiyeyê di navbera Kurd û Tirkan de ti pirsgirêk nînin lê divê dewlet pirsgirêkên siyasî çareser bike.
Divê destûr were amadekirin. Gavên bên avêtin gelek in lê me gava ewil avêtiye."
“Komîsyon dê bê avakirin”
Firat di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe anî ziman û got:
"Em hêvî dikin ku dê li parlamentoyê komîsyon çêbibin û hemû partî û hemû fikir di nav komîsyonê de cih bigirin.
Li parlamentoyê derdora 16 partiyan hene û piraniya wan partiyan piştgiriya pêvajoyê dikin.
Hinek partî li dijî aştiyê radiwestin lê hêza wan têrê nake.
Kî li dijî pêvajoya çareseriyê raweste dê bişikê."
“Hevdîtinên Serokê Parlamentoyê gaveke nû ye”
Firat herwiha destnîşan kir ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo avakirina komîsyonê bi hemû partiyan re hevdîtin kiriye û ev jî gaveke nû ye.