Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê li ser daxuyaniyên Barzanî axivî

 

Sîwas (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz, li ser daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên li ser Iraq û serxwebûna Kurdistanê got: "Wek Tirkiye nêrîna me ew e ku divê yekitiya Iraqê bê parastin, hemû nijad û baweriyên îraqî wek welatiyên yekemîn bên dîtin."

 

Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz li bajarê Sîwasê yê Bakûrê Kurdistanê beşdarî bernameyekî bû. Yilmaz piştî bernameyê pirsên rojnamevanan ên derbarê rojêvê de bersivand.

 

Rojnamevanekî bibîrxist ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameyeke Almanyayê re daxuyand ku "Tirkiye û Amerîka ji dewleteke kurd a ku dê ava bibe re dengê xwe dernaxin" û derbarê vê de fikrên Yilmaz pirsî.

Yilmaz li ser vê pirsê wiha got: "Di zagona Iraqê ya niha de li bakûr (Başûrê Kurdistanê) herêmeke xweser, wek dewleteke federal a bi navê Rêvebiriya Kurdistana Iraqê ya Bakûr heye. Wek Tirkiye nêrîna me ew e ku divê hemû welatiyên Iraqê ji mafên bingehîn û azadiyan para xwe hildin. Em dixwazin ku yekitiya Iraqê bê parastin û ti kes neyê jidûrxistin.”

 

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê hikûmeta Iraqê bi yekê tohmetbar kir ku pişta xwe da komekî û yên din ji rêvebiriyê ji dûr xist û wiha got: “Iraq îro bûye 3 perçeyan. Wek Tirkiye nêrîna me ew e ku divê yekitiya Iraqê bê parastin û hemû nijad û baweriyên îraqî wek welatiyên yekemîn bên dîtin. Divê hemû bi awayekî wekhev ji çavkaniyan para xwe hildin û derbarê pêşerojê de jî hêviyên wan hebe. Divê rêvebiriya navend vê bike. Ev berpirsyariya wan e.”

 

Îsmet Yilmaz, li ser daxuyaniyên Barzanî yên li ser rewşa Iraq û serxwebûna Kurdistanê jî diyar kir ku heke dewleta Iraqê wezîfeya xwe bicîh nehîne hinekên din jî dê rabin ji bo çareseriyê serî li rê û deriyên din bidin û wiha axivî: “Daxwaza Barzanî jî li ser vê ye. Divê rêvebiriya navend li gor çarçoveya yekitiya Iraqê sîstemekî ava bike ku hemû mirovên li Iraqê dijîn bi awayekî wekhev û adil dewlemendiyên Iraqê parve bikin."

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di daxuyaniya herî dawî de ku ji rojnameyeke almanî re axivîbû, gotibû ku êdî ti kes nikare pêşiya perçebûna Iraqê bigire ji ber wê jî kurd pilana wê datînin ku ji Iraqê cihê bibin.

Ev gotinên Barzanî dengek mezin di medyaya cîhanê de bi taybet ya Tirkiyê de dabû.