Civîna Erdogan û Heyeta Îmraliyê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dest pê kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Koşka Serokkomariyê ya li Enqereyê Heyeta DEM Partiyê pêşwazî kir.

Civînê demjimêr 15:00an dest pê kir û di Heyeta Îmraliyê de Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar cih digirin.

Her wiha Alîkarê Serokê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahim Kalin jî beşdarî civînê bûn.

Di rojeva civînê de pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan û çekdanîna PKKyê heye.

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê doh li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir û Ocalan civîna li gel Erdogan wekî dîrokî bi nav kir.