RAPOR - Di 6 mehan de 136 jin hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 6 mehên destpêkê yên sala 2025an de 136 jin hatine kuştin.

Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin amarên kuştina jinan ên 6 mehên destpêkê eşkere kirin.

Meha Hezîranê 15 jin hatine kuştin û 26 jin jî bi awayekî biguman mirine.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 6 mehan de 136 jin hatine kuştin û 145 jin jî bi awayekî biguman mirine.

Li gorî raporê ji sedî 65ê jinan li malên xwe û ji sedî 35 jî ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin.

Nûnera Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin Ezîn Îzel Uysal got:

“Di 6 mehên destpêkê yên sala 2025an de 96 jin ji aliyê endamekî mêr ê malbatê ve hatine kuştin.

15 jin ji aliyê mêrên tawanbar ve hatine kuştin.

Ji bo 9 jinên ku hatine kuştin biryara parastinê hebû.

Ji sedî 65ê jinan li malên xwe û ji sedî 35 jî ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin.

Ji jinên ku di 6 mehên destpêkê yên îsal de hatine kuştin 78 bi çekan, 36 bi amûreke birînê, 11 bi xeniqandinê, 6 bi lêdan û 3 jî bi şewitandinê hatine kuştin.

Hîn nehatiye diyarkirin ka 2 ji wan jinan çawa hatine kuştin.”