Wezîrekî berê yê Rûsyayê mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê Veguhastinê yê Rûsyayê Roman Starovoit, tenê çend demjimêran piştî ku ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve ji kar hatibû dûrxistin, di otomobîla xwe de mirî hat dîtin.

Li gorî zanyariyan, Starovoit ku parêzgarê berê yê herêma Kurskê bû xwe kuştiye.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê roja duşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku termê Starovoit li navçeya Odintsovoyê di nav otomobîla wî de hatiye dîtin û birîna guleyê pê ve bûye.

Li ser sedemên mirina wî lêkolîn tê kirin û komîteyê da zanîn ku "gumana sereke xwekujî ye."

Roja duşemê hatibû zanîn ku Putin, Starovoit piştî nêzîkî salekê ji posta wezîrtiyê dûr xistiye.

Starovoit, beriya wezîrtiyê nêzîkî pênc salan parêzgariya herêma Kurskê ya li ser sînorê Ukraynayê kiribû û di Gulana 2024an de wekî wezîrê veguhastinê hatibû erkdarkirin.