Şêwirmendê Demirtaş: Parastina wî ji wateya xwe hate dûrxistin
Hewlêr (Rûdaw) – Derbarê parastina hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş de, şêwirmendê wî Zinar Karavil daxuyaniyek da û got, "dema nûçe hate amadekirin parastina Demîrtaş ji wateya xwe hate dûrxistin.”
Duh 6ê Îlona 2022yan Rûniştina16emîn a Doza Kobanê ku hevserokên berê yên HDPê berê, endamê berê yên Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya HDPê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê birêveçû.
Di rûniştinê dozê d e ji bilî parlamenterên HDPê gelek parêzer û temaşevan jî amade bûn. Nûnerek ji Navenda Mafên Parêzeran a girêdayî Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) jî weke çavdêr cih girt.
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, ji Girtîgeha Edirneyê bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBIS) beşdarî dozê bû û parastina xwe kir.
Li gor daxuyaniya ku Ofîsa Ragihandina HDPê belav kiriye, Demîrtaş amaje bi wê yekê daye ku rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsa Kurd xwedî şiyan e û gotiye: “Rayedarê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Divê Komara Tirkiye li beramber demokrasiyê ligel Ocalan hevdîtinan pêkbîne. Ew siyaseta berdewamiyê ku li ser nijadperestiyê hatiye avakirin ji mêj ve hilweşiyaye. Êdî dema guherînan e.”
Şêwirmendê Demîrtaş ê bi navê Zinar Karavil jî derbarê parastina wî de li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku parastina wî ya pêştir di medyayê de belav bûye, ji wateya xwe hate dûrxistin.
Gotina “Rayedarê çareseriyê Abdullah Ocalan e. Komara Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike” paşê ji daxuyaniya HDPê hat derxistin.
Karavîl di daxuyaniya xwe de dibêje: “Demirtaş îro di rûniştina dozê de zêdetirî saetekê parastin kir û got, pirsgirêk bi çek û tundiyê nayên çareserkirin, divê PKK dev ji çekan berde û ji bo vê jî hevdîtinên bi Ocalan re rast in.”
Nûçeya derbrê parêzbendiya Demîrtaş de ji ber ku bi awayekî lez û bez hate amadekirin, gotinên wî ji wateya xwe hatin dûrxistin. Rewş wisa ye û Demîrtaş bi berdewamî gelek caran bi raya giştî re ev nêrîna xwe parve kiriye.
Her wiha parastina Demîrtaş a bi rêya SEGBÎSê hate kirin, dê di rojên pêş de bi temamî bi raya giştî re were parvekirin.”