Parlamenterê EMEPê: Bila Komîsyon li Ocalan guhdar bike
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Kedê (EMEP) yê Stenbolê Îskender Bayhan got, “Divê Komîsyon bi Ocalan re jî bicive ku desthilata Koşkê û nûnerên dewletê wî wekî mixatabê fiîlî dibînin.”
Îskender Bayhan got, “Pêwîst e Komîsyon demildest vê yekê bixe rojeva xwe, beşdar, dem û naveroka wê gotûbêj bike û bigihîje encamekê.”
Parlamenterê EMEPê yê Stenbolê Îskender Bayhan li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê û Komîsyonê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Bayhan diyar kir ku ji bo bêdengbûna çekan û bidawîhatina pevçûnan divê gavên şênber bên avêtin.
Siyasetmedar Bayhan anî zimên ku ew di her derfetê de girîngiya bêdengbûna çekan, rawestandina pevçûnan û çareserkirina pirsgirêkê bi rêya diyalogê tînin zimên û wiha pê de çû:
“Em bi israr dibêjin ku divê desthilata yek-kesî gavên şênber ên ku di vî warî de bên avêtin, bixe rojeva Komîsyonê.
Divê Komîsyon bi Ocalan re jî bicive ku desthilata Koşkê û nûnerên dewletê di pratîkê de wî wekî mixatab dibînin.
Lê belê ev mijar heta niha nehatiye rojeva Komîsyonê. Pêwîst e Komîsyon bi lez vê yekê bixe rojeva xwe, beşdar, dem û naveroka wê gotûbêj bike û bigihîje encamekê.
Helbet girîng e ku Serokê Komîsyonê Numan Kurtulmuş di vî warî de berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Lê belê divê biryarê ne Kurtulmuş Komîsyon bi xwe bide.”