STENBOL - Bi sedan kes meşiyan: Daxwaz yek e, Kurdî bibe zimanê fermî

Stenbol (Rûdaw) - Bi pêşengiya gelek saziyên Kurdî bi minasebeta destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê re bi sedan kes li Stenbolê ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê meşiyan.

Meş wekî çalakiya herî mezin a salên dawî ya ji bo zimanê Kurdî li Stenbolê tê binavkirin û beşdaran daxwazên xwe bi dirûşma û pankartan anî ziman.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala nû ya perwerdeyê careke din bêyî mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî dest pê dike.

Ji bo protestokirina vê rewşê û daxwaza statuya fermî ji bo zimanê Kurdî, li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Kurdî, Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û Ma Musîcê meşeke girseyî hat lidarxistin.

Bi sedan jin, zarok, ciwan û kal û pîrên ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bûn, ji Stasyona Yenikapiyê heta Parka Saraçhaneyê bi qasî du kîlometreyan meşiyan.

Di destê girseyê de pankartên bi Kurdî hebûn û bi tilîlî, stran û dirûşman daxwazên xwe anîn ziman.

Ev çalakî wekî meşa herî mezin a ji bo zimanê Kurdî ya ku di van salên dawî de li Stenbola ku nêzîkî 5 milyon Kurd lê dijîn hatiye tomarkirin.

Daxwaza Gel: Çima zimanê me tune ye?

Beşdarên meşê yên ji her temenî, bi yek dengî daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê kir.

Dayîka Aştiyê Emine Aslanî got, “Daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Bila zarokên me li dibistanan bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Em li malê bi zimanê xwe bi zarokan re diaxivin lê ev têr nake.”

Ciwanê Kurd Cuneyt Taran jî got,“Ez li Stenbolê mezin bûm lê dê û bavê min ez fêrî Kurdî kirim. Ez jî dixwazim zarokên xwe fêrî Kurdî bikim. Divê zimanê me serbest be.”

Dayîka Kurd Gulşah Kirtay jî goy,“Bila zimanê me jî li mekteban bibe zimanê perwerdeyê. Çima her ziman heye, çima zimanê me tune ye?”

“Zimanê me winda dibe"

Rêxistinên ku meş li dar xistin jî bal kişandin ser metirsiya li ser zimanê Kurdî û girîngiya statuya fermî.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak got, “Li seranserê Tirkiye û Kurdistanê heyama perwerdeyê dest pê dike. Lê mixabin Kurd ji perwerdeya zimanê Kurdî bêpar in, ji loma jî me xwest bi vê meşê balê bikşînin ser ziman. Ji bo perwerdeya bi Kurdî û statuya Kurdî, ji bo parastina hebûn û nasnameya Kurdî em meşiyan.”

Mamosteya Kurdî Fewziye Uçarê jî got, “Mixabin zimanê me her diçe tê pişaftin. Êdî xwepişaftin jî berbelav dibe. Zimanê me wekî agirê ku ketibe daristanê dişewite.

Heta statû û perwerdeya bi Kurdî tunebe bi hewlên piçûk em nikarin pêşî li helandina ziman bigrin.”

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê jî got. “8ê Îlonê li hemû cihên Tirkiye û Kurdistanê li wendegehan serdema perwerdeyê ya nû dest pê dike.

Ji bo Kurdan û şarên din ev ne perwerde ye, dema helandinê, dema kuştina çandê û tinekirinê ye.

 Em naxwazin êdî li xwendingehan nasnameya xwe winda bikin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin.

Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya Kurdî werin rakirin û statuya Kurdî bê qebûlkirin. Rêyeke din tune ye.”

Piştgiriya siyasî û civakî

DEM Partî, Komeleya HEZKURDê û Kovara Maz Êstê jî piştgirî dan meşê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan jî girîngiyeke mezin dide ziman û got:

“Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, lazim e em li her qadê bi şev û roj bixebitin. Serok (Abdullah Ocalan) jî qîmetê dide ziman, di hevdîtinên xwe de tim behsa girîngiya zimanê Kurdî dike. Ew dibêje, 'ti milet bêyî çand û ziman nabe'.”

Meşa ku bi dirûşma "Ji bo perwerdeya bi Kurdî û statuya Kurdî, Ji bo parastina hebûn û nasnameya Kurdî" hat lidarxistin, tevî hewldaneke provokasyonê jî bi awayekî aştiyane bi xwendina daxuyaniyan bi Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) û bi stran û govendê bi dawî bû.