Şaredarê MHPyî ji bo Mûsil û Kerkûkê plaka çêkir
Navenda Nûçeyan – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Edeneyê Huseyin Sozlu ku ser bi Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ve ye ji bo bajarên Kerkûk û Mûsilê plakaya wesayîtan amade kir û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî beriya çend rojan gotibû: “Piştî plakaya 81ê ya Duzceyê, 82 Kerkûk û 83 Mûsil tê.”
Piştî vê daxuyaniya Devlet Bahçelî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Edeneyê Huseyin Sozlu jî du plaka yên otomobîlan “82 HZ 001” û “83 HZ 001” amadekir.
Huseyin Sozlu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsandiye: “Plakeyên me amade ne. 82 Kerkûk û 83 Mûsil”
Hêjayê gotinê ye ev helwesta Sozlu li ser medyaya civakî rastî bertekan hat.