Kiliçdaroglu: Dema qeyûm dideynin şûna yên hilbijartî, wate li vî welatî demokrasî nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di gotara heftane ya partiya xwe de bal kişand ser wê operasyonê ku hikûmeta Tirkiyê dijî Partiya Demokratîk a Gelan daye destpêkirin û got: “Dema qeyûm dideynin şûna yên hilbijartî, wate li vî welatî demokrasî nîne.”

Hefteya borî 17 berpirs û endamên HDPê li ser dosya nerazîbûnên Kobanî di 2014an de, hatin girtin. Yek ji wan Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bilgen bû ku bi rêya hilbijartinê ew post wergirtibû. Kiliçdaroglu di vê derbarê de got: “Taybetmendiya demokrasiyê ew e ku yên bi rêya hilbijartinê tên, divê bi rêya hilbijartinê biçin.”

Kiliçdaroglu da zanîn ku proseya hilbijartinê girîng e û got, di vê proseyê de gel rewatiyê dide û hildibijêre. Kiliçdaroglu rexne li hikûmeta AK Partiyê girtin û got: “Eger hun kesekî ji aliyê gel ve hatibe hilbijartin ji postê wî bidin alî û qeyûm li şûna wî deynin, wate li vî welatî demokrasî nîne. Ji xeynî vê ew serokê şaredariyê berê jî li ser heman bûyerê hatiye zîndanîkirin.”

Kiliçdaroglu diyar kir ku li Tirkiyê pirsgirêka demokrasiyê heye û got: “Yên tên hilbijartin ne tenê em in, serokên şaredariyan jî tên hilbijartin. Jii ber cuda difikire hun rojnamevan û siyasetmedaran bixin zîndanê çênabe. Em neçar in di hemû şert û mercan de demokrasiyê biparêzin.”

Kiliçdaroglu got: “Çima hun 6 salan rawestiyan? Li pey wê yekê ne ka Hevpeymaniya Millet çawa belav bikin. Lê gelê me dê heq û neheqan ji hev cuda bike.”