Partiyên Herêma Kurdistanê bi Erdogan re civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerên PDKyê, Yekgirtûya Îslamî û Rencederan ên ku ji bo Kongreya Awarte ya AK Partiyê hatibûn vexwendin, bi Serokkomarê Tirkiyeyê re civiyan.

4emîn Kongreya Mezin a Awarte ya AK Partiyê bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin.

Di kongreya ku Erdogan bi 1399 dengan careke din wek Serokê Giştî yê AK Partiyê hat hilbijartin, lîsteya Biryar û Lijneya Rêvebir a Navendî (MKYK) jî hat eşkerekirin.

Li aliyê din, ji Herêma Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Partiya Rencderan jî ji bo kongreyê hatibûn vexwendin.

Ji Îraqê jî Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokê Komîsyona Heşdî Şeibî Falih Feyyaz, Serokê Hevpeymaniya Sune Xemîs Xençer û berpirsên Eniya Tirkmenan a Îraqê amade bûn.

Çavkaniyên ku ji bêjerê Rûdawê Senger Erahman re ji re axivîn, ragihandin ku nûnerên partiyên Îraq û Herêma Kurdistanê demjimêr 14:30ê de Erdogan re civiyan.

Ji cîhanê 3 serokkomar, 27 nûnerên partiyên siyasî, 127 balyoz û 150 nûnerên saziyên sivîl beşdarî Kongreya AK Partiyê bûn.

Ji Tirkiyeyê jî 10 partiyên siyasî ji bo kongreyê hatin vexwendin.

Di kongreyê de dirûşma “Sedsala Tirkiyeyê” derket pêş.