Li Mêrsînê belema koçberan binav bû: 11 kes hatin rizgarkirin
Navenda Nûçeyan - Li qezaya Erdemlî ya ser bi bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê belema ku koçberên ne yasayî hilgirtibûn binav bû û 11 kes ji aliyê masîgir û hêzên parastina peravan ve hatin rizgarkirin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, belema ku koçberên neyasayî hilgirtibûn li navçeya Kizkalesî binav dibe û masîgirên li deverê hewl didin wan rizgar bikin. Di vê navberê de belemeke masîgiran jî qulipî ku koçberên neyasayî yên rizgarkirî hilgirtibûn.
Lê paşê 11 koçber ji aliyê masîgir û hêzên parastina peravên ve hatin rizgarkirin. Hat zanîn ku her 11 koçber xelkê Sûriyê ne û dixwestin bi rêyên ne yasayî derbasî welatên Ewropayê bibin.
Masîgirekî xelkê navçeyê dibêje, belema wan koçberan noqmî avê bû, lê me karî ku 11 kes ji wan rizgar bikin.
Pêla çûna koçberan bo Tirkiyê, ji bo derbasî aliyê Yûnanistanê û Ewropayê bibin, berdewam e. Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyê, di şeş mehên destpêkê yên sala 2018ê, 11 hezar û 600 koçber hatine girtin. Tevî ku di heman heyamê de bi dehan koçber jî di dema derbsbûna ber bi Ewropayê ve belem û qeyikên wan binav bûne û canê xwe ji dest dane.