Li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê dîsa erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê saet 04:52yan bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), erdhej li navçeya Sindirgiyê çêbûye û hêza wê 4,2 pile bûye.
Hat diyarkirin ku erdhej 14,71 kîlometre di binê erdê de çêbûye.
#DEPREM
— AFAD Deprem (@DepremDairesi) November 7, 2025
Büyüklük:4.2 (Mw)
Yer:Sındırgı (Balıkesir)
Tarih:2025-11-07
Saat:04:52:37 TSİ
Enlem:39.14694 N
Boylam:28.21694 E
Derinlik:14.71 km
Detay:https://t.co/14iAx12EM3@afadbaskanlik @trthaber @anadoluajansi