Şêwirmendê Erdogan: Gotina 'divê neçin serdana Îmraliyê' têkçûna pêvajoyê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku gotina 'Divê neçin serdana Îmraliyê' tê wateya têkçûna pêvajoyê.
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Ayhan Ogan doh li ser hesabê xwe yê Xê, derbarê serdana endamên Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya Girava Îmraliyê û helwesta aliyan peyamek belav kir.
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Ayhan Ogan di peyama xwe de got:
"Gotina 'divê neçin serdana Îmraliyê' tê wateya têkçûna qonaxa nû ya Tirkiyeyeke Bêteror.
Bêguman ji bo derbaskirina qonaxa yekem, guh li rêberê rêxistinê tê girtin.
Ev nayê wateya rewakirina rêberê rêxistinê an jî qebûlkirina wî wekî nûnerê Kurdan.
Di demekê de ku komîsyona parlamentoyê raya hemû aliyên pêwendîdar wergirtiye, wergirtina raya wî rêberî ku rêxistina xwe fesix kiriye û fermana tunekirina çekan daye, dibe gaveke gelek asayî û rast."
Ogan behsa wê yekê kir ku di encama banga Abdullah Ocalan de PKKyê kongreya xwe li dar xistiye û xwe fesix kiriye, dest ji şêwaza têkoşîna çekdarî berdaye û dest bi pêvajoya tunekirina çekên xwe kiriye.
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Ayhan Ogan da zanîn:
“Qonaxa yekem û armanca derbasbûna pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror; paqijkirina rêxistin û pêkhateyên ku piştgiriyê didin wê, tunekirina çekan û girtina tedbîrên yasayî yên pêwîst ji bo entegrekirina endam û alîgirên wê ye.
Ji bo temamkirina qonaxa yekem, tenê aliyê pêwendîdar rêxistin, damezirînerê wê Ocalan û birêvebiriya wê ne."