Ayşegul Dogan: Divê komîsyon wêrek be

Hewlêr (Rûdaw) - Ayşegul Doganê diyar kir ku dîrokeke nû tê nivîsandin û got, divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê gavên wêrek biavêje û guhdariya Abdullah Ocalan bike.

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê her wiha destnîşan kir ku heta niha derbarê biryara li ser Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ti agahî negihîştine wan.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê piştî civîna Komîteya Birêvebiriya Navendî ya partiya xwe daxuyaniyek da.

Doganê amaje bi wê yekê kir, ji bo ku çek bi temamî ji holê rabin û ev rewş mayînde bibe, pêwîst e Komîsyon guhdariya Abdullah Ocalan bike û bangî desthilatê kir ku di vê mijarê de berpirsyariyê bigire ser milê xwe.

Ayşegul Dogan di axaftina xwe de wiha got:

"Min pir dixwest ku mizgîniya biryara derbarê Demîrtaş û hevalên din bidim. Lê heta niha tiştek negihîştiye me.

Xwezî niha agahî bihata lê nebû. Em dibêjin bila bi derengî nekeve û hevalên me azad bin.

Em dixwazin êdî ev neheqî bi dawî bibe. Em vê banga xwe ji bo hemû girtiyên ku bi neheqî heta niha girtî ne dubare dikin.

Bila rêya wan bê vekirin.

Bila komîsyon wêrekiya hevdîtina li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re nîşan bide.

Di rastiyê de ev yek wêrekiyeke ew qas mezin jî naxwaze.

Ev dê li Tirkiyeyê rê li ber nivîsandina dîrokeke nû veke.

Bila hevalên me yên li sirgûnê jî karibin vegerin.

Yê ku van tiştan pêk bîne dîsa em in, têkoşîna me ye û mezinkirina têkoşîna hevpar e."