Fezlekeyên Ozgur Ozel û 11 parlamenterên din şandin parlamentoyê
Hewlêr (Rûdaw) - Dosyayên ji bo rakirina parêzbendiya 12 parlamenteran ku Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî di nav de ye, pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hatin kirin.
Ji bo rakirina parêzbendiya 12 parlamenteran, 18 fezlekeyên cuda yên Serokkomariyê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hatin kirin.
Hat zanîn ku derbarê Ozel de bi giştî 7 fezleke hatine amadekirin.
Parlamenterên ku dosyeyên wan ji bo Komîsyona Têkel hatine şandin ev in:
Serokê Giştî yê CHPyê û Parlamenterê Manîsayê Ozgur Ozel
Serokê Giştî yê TÎPê û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş
Serokwekîlên Koma CHPyê Alî Mahîr Başarir û Murat Emîr
Parlamenterê CHPyê yê Duzceyê Talîh Ozcan
Parlamenterê CHPyê yê Îzmîrê Umît Ozlale
Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Enqereyê Yuksel Arslan
Parlamenterê CHPyê yê Orduyê Mustafa Adiguzel
Parlamentera TÎPê ya Stenbolê Salîha Sera Kadigil
Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Dîlokê Mehmet Mustafa Gurban
Parlamenterê CHPyê yê Sakaryayê Umît Dîkbayir
Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Ozgur Karabat
Fezleke çi ye?
Dema ku ji bo parlamenterekî fezleke tê amadekirin, pêvajo wiha dimeşe: Serdozgeriya Komarê di encama lêpirsînê de fezlekeyê amade dike û dosyayê bi rêya Wezareta Dadê dişîne Serokatiya Parlamentoyê.
Parlamento fezlekeyên ku tên ji bo Komîsyona Têkel a ku ji endamên Komîsyonên Destûr û Dadê pêk tê, hewale dike.
Komîsyona Têkel, ji bo lêkolînkirina fezlekeyê bi gelemperî komîsyoneke amadehiyê ya ku ji 5 kesan ava dike û ev komîsyon di nava mehekê de dosyayê dinirxîne.
Piştî nirxandinê, dibe ku ji parlamenter parastina nivîskî û/an devkî bê xwestin û komîsyon rapora xwe pêşkêşî Lijneya Giştî dike.
Li Lijneya Giştî fezleke yek bi yek tên dengdan, eger bi dengên têr biryara rakirina parêzbendiyê bê dayîn, tenê ji bo wê fezlekeyê astengiya li pêşiya darizandinê radibe.
Parlamenter statuya xwe ya parlamenteriyê diparêze lê derbarê wî lêpirsîn/doz dikare bê vekirin.
Eger doz bi mehkûmiyeteke teqez û cezayekî ku parlamenteriyê ji holê radike bi dawî bibe, dibe ku parlamenterî were betalkirin. Wekî din rakirina parêzbendiyê tenê rê li ber darizandinê vedike.