Çandar: Dibe ku Demîrtaş di nava çend saet an rojan de were berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar got, “Dibe ku Selahattîn Demîrtaş di nava çend saet an rojan de were berdan.”
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Amedê Cengîz Çandar ragihand, dibe ku Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di nava rojên pêşiya de yan jî di nava çend saetan de were berdan.
Cengîz Çandar îro beşdarî bernameyeke li ser YouTubeyê bû û rojev ji Adem Karaçoban re nirxand.
Çandar diyar kir ku ew bawer dike Demîrtaş dê di demeke kurt de bê berdan û got:
"Ev nêrîn û hesta min e lê ez bawer dikim ku Demîrtaş di nava çend rojên pêşiya me de derdikeve."
Cengîz Çandar her wiha behsa gotina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a "dewleta dadweriyê" kir û ragihand ku wî bi henekî ji hinek hevkarên xwe yên AK Partiyê re gotiye ku baştir e ew gotin wekî "Tirkiye dewleteke yasayî ye" bê wergerandin.
“Ne ew qasî dilxweşker e”
Çandar rexne li sîstema dadweriyê ya Tirkiyeyê girt û wiha pê de çû:
"Dadgehên serbixwe jî dadwerî bûn. Li Tirkiyeyê dîmen û performansa dadweriyê ne ew qasî dilxweşker e.
Bi taybetî dema ku em berê xwe didin serederiya (miamele) ku doh li hemberî hinek hevkarên me yên rojnameger hat kirin, dema dibêjin 'dadwerî' têgihiştineke wiha çênabe ku 'yasa tê bicihanîn.'"