STENBOL - Karkerê Şemzînanî ji avahiyê ket û mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arnavutkoyê ya Stenbolê di qezaya kar de karkerekî ji Şemzînanê canê xwe ji dest da.
Suat Pekerê ku ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye, ji avahiya ku lê dixebitî de kete valahiya asansorê.
Di encama ketinê de Peker canê xwe ji dest da.
Piştî bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh hat kirin.
Hat zanîn ku dê cenazeyê Peker sibe bibin Şemzînanê û li gundê Bêgozayê were veşartin.