Demîrtaş: Bila Ocalan rasterast bi civakê re biaxive
Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş xwest ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan rasterast bi civakê re biaxive.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê peyamek ji Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk de ya li Stonbolê şand.
Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê DEM Partiyê ve tê lidarxistin.
Peyama Demîrtaş li konferansê hat xwendin.
Demîrtaş di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya axaftina rasterast a Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a bi civakê re.
"Helwesta Ocalan hêja ye"
Demîrtaş di peyama xwe de helwesta Ocalan nirxand û got:
"Helwesta wêrek û bibiryar a Birêz Ocalan gelekî hêja û bimane ye.
Xwezî ev qasî pêşdarazî li aliyekî bihatana hiştin û derfet bihatana afirandin ku Birêz Ocalan karibe rasterast bi civakê re biaxive."
"Dê bersivên têrker derketana holê"
Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku eger Ocalan biaxive dê fikarên heyî kêm bibin û wiha pê de çû:
"Wê demê ez piştrast im ku dê li Tirkiyeyê ji bo her kesê bi fikar û bi hêrs bersivên têrker derketana holê.
Her wiha rê li ber spekulasyonên nehewce jî nedihat vekirin."
"Peymana jiyana hevbeş"
Hevserokê berê yê HDPyê pênaseya civaka demokratîk kir û got:
"Civaka demokratîk ne li ser tirs û zextan, li ser baweriyê bilind dibe.
Ev ne peymana yek nasname û yek zimanî ye, peymana jiyana hevbeş e ku hemû cudahî dikarin tê de bi awayekî wekhev û azad hebin."
"Aştî pêdiviyek e"
Demîrtaş destnîşan kir ku parastina demokrasiyê berpirsyariyeke exlaqî û mirovî ye.
Wî di dawiya peyama xwe de got, "Dîroka mirovahiyê di krîzeke kûr re derbas dibe.
Aştî ji bo gelên cîhanê ne hilbijartinek e, pêdiviyek e."