Stenbol (Rûdaw) – Tîmên Rêveberiya Şaxê Terorê ya Ewlekariya Stenbolê îro sibê bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li navçeya Beyogluya Stenbolê de girtin.
Li gor agahiyan polîsên Rêveberiya Şaxê Terorê ya Ewlekariya Stenbolê îro sibê saet 07.00ê derbasî avahiya HDPê ya li kolana Agaççilegî bûn.
Hejmareke zêde polîs û hêzên tevgera taybet bi TOMA û wesayîtên zirxî beşdarî operasyonên bûn.
Herwiha helikopter jî di dema operasyonên de bi ser asimanan ve firiyan.
Hat zanîn ku polîsan di avahiyê de lêgerin kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse