HUDA PARê li ser êrişên li taxên Kurdan daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr li Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyek da.
Parlamenterê HUDA PARê yê Dîlokê Şahzade Demîr li ser şerê li taxên Kurdan ên Helebê bangî aliyan kir ku "bi aqilane û bi sebir" tevbigerin.
Şahzade Demîr li ser şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) û hêzên artêşa Sûriyeyê yê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê axivî.
Demîr got, "Divê hemû alî bi aqilane, bi sebir û bi hesta berpirsyariyê tevbigerin; li şûna şer divê rêyên lihevkirinê werin ceribandin."
"Alozî paşeroja Sûriyeyê dixe metirsiyê"
Demîr bi bîr anî ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê 14 salan domand û got:
"Piştî vê wêraniyê ku tê de zêdetirî nîv milyon kesî canê xwe ji dest da û 13 milyon kes koçber bûn, êdî taqeta gelê Sûriyeyê ji bo şerekî nû nemaye.
Piştî rûxîna rejîma Beasê ya 61 salî, erka herî mezin neanîna şaşiyên pêşerojê û neavêtina Sûriyeyê ya nav şerekî nû ye.
Em geşedanên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi fikar dişopînin. Her cure alozî paşeroja hevbeş a Sûriyeyê dixe metirsiyê."
"Pêdiviya Sûriyeyê bi birêvebiriyeke adil heye"
Demîr teqez kir ku divê çareserî bi rêya diyalogê were peydakirin û wiha domand:
"Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî jî sivîlan berdêlên gelekî giran dane. Êdî mecala vî welatî nîne ku berdêlên nû bide.
Îro pêdiviya Sûriyeyê bi birêvebiriyeke adil û hevbeş heye ku hemû pêkhateyên etnîkî û olî li xwe bigire.
Pergaleke ku tê de Kurd, Ereb, Tirkmen û hemû komên din werin temsîlkirin û mafên wan bi garantiya destûrî werin parastin, hem pêkan e û hem jî ji bo hemû aliyan ferz e."
"Divê tax nebin qadên nû yên şer"
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê diyar kir ku divê ewlehiya canê sivîlan û rûmeta wan ji her cure hesabên siyasî û leşkerî bilindtir were girtin û got,"Divê ji şerên ku dibin sedema koçberkirina xelkê were dûrketin û tax û bajar nebin qadên nû yên şer.
Yekîtiya li ser bingeha jiyana hevbeş û edaletê, bersiva herî xurt e li dijî desttêwerdanên derve.
Aşitiya mayînde bi edaletê û parastina rûmeta her kesî pêkan e.
Em bangî hemû aktoran dikin ku ji bo paşeroja hevbeş a Sûriyeyiyan pêngavên bi berpirsyarî biavêjin."