HDP îro kampîna 'dadperwerî bo hemûyan' radigihîne

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro kampîna "dadperwerî bo hemûyan" radigihîne û Alîkarê Hevserokê HDPê jî dibêje, nedadperwrî li Tirkiyê bûye çavkaniya piraniya pirsgirêkan.

Alîkarê Hevserokê HDPê Alîcan Onlu ragihand, kampîna dadperwerî bo hemûyan berdewamiya "bernameya demokrasiyê" ya partiya wan e.

Onlu herweha got, nedadperwrî bûye çavkaniya piraniya pirsgirêkên Tirkiyê, Kurd û Elewiyan.

Li gor plana HDPe, îro 8 Sibatê kampîn dê li Enqere dest pê bike û têde dê tekezî li ser tevaya wan kêşe û pirsgirêkan bikin ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hene.

Tê çaverêkirin ku hevserokên HDPê daxuyaniya taybet bi kampînê pêşkêş bikin, bername dê bi amadebûna hejmarek siyasetvan, rewşenbîr, nivîskar, mamosteyên zanîngehan û nûnerên partiyên siyasî birêve biçe.

Ji xeynî vê çalakiyê, HDP vê heftiyê dest bi serdana partiyên opozisyonê yên li Tirkiyê jî kir û heya niha bi her yek ji Saadet û CHPê re civiyaye.