Li Kadikoyê agir bi qereqolê ket: Kesek mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê agir bi qereqola berê ya Muhurdarê ket ku restorasyona wê berdewam bû.
Piştî agir li tevahiya avahiyê belav bû, bi midaxeleya tîmên parastina sivîlan agir hat vemirandin.
Di bûyerê de kesek mir û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Derdora saet 04:00an ji ber sedemeke ne diyar agir bi avahiya sê qatî ya li taxa Caferagayê ya li kolana Qereqola Muhurdarê ket ku avahiyeke dîrokî ye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, avahî berê wekî Qereqola Muhurdarê dihat bikaranîn û ji bo were restorekirin derdora wê hatibû girtin.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Piştî agir hat vemirandin, di pişkinînan de hat dîtin ku kesek di hundirê avahiyê de şewitiye û miriye.
Termê kesê ku nasnameya wî nehatiye tespîtkirin, ji aliyê tîman ve ji avahiyê hat derxistin û wan bi ambulansê bir Saziya Tiba Edlî.