Ji Mehabadê heta Enqereyê: Dengê kemana hunermend Haşim Reşad

Enqere - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di hemû bûyer, şoreş û geşedanan de roleke mezin a muzîkê heye.

Di dema xwenîşandanên ji bo Jîna Emînî de û niha jî ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şer didome, muzîk gelek caran dibe remzek ji bo diyarkirina hestên xelkê.

Di nav muzîka Îranî de cihekî taybet ê muzîka Kurdî heye. Niha gelek hunermendên Kurd ji ber rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê neçar in ku karên xwe li welatên biyanî bikin.

Yek ji wan kesan jî mamoste Haşim Reşad e. Haşim Reşadê xelkê Mehabadê ye, karên xwe yên hunerî li Enqereyê dimeşîne.

Kemana mamoste Haşim Reşadê ji Mehabada Rojhilatê Kurdistanê li Enqereya paytextê Tirkiyeyê deng vedide.

Tiliyên mamoste Haşim ên li ser perdeyên kemanê, êş û xema xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê tînin zimên.

Mamoste Haşim hunermendekî ji Mehabadê ye. Ew rojane bê mandîbûn berê xwe dide navendeke Kurdên Enqereyê û hunera xwe digihîne nifşên nû.

"Min 30 salan mamostetî kiriye"

Hunermend Haşim Reşad li ser huner û karê xwe yê hunerî ji Rûdawê re got:

“Ez li Îranê mamosteyê dibistanê bûm. Min beşa dîrokê xwendiye û li Îranê min li dibistanên seretayî ders ji bo zarokan digot.

Min 30 salan mamostetî kir lê heman demê min li ser muzîkê jî kar dikir û min aheng çêdikirin.

Min ji bo gelek hunermendan aheng amade kirine.

Ji bilî mamosta Hesen Zîrek dikarim bêjim hema hema min di gel hemû hunermendên Kurd kar kiriye.

Ji mamosta Mihemedê Mamlê bigire heta Hesen Şarûx û mamosta Nejmedîn Xulamî; wate min li gel gelek mamostayan kar kiriye.

Piştî ku min 30 salan mamostetî kir û karê min temam bû û xanenişîn bûm, keça min di encama azmûnekê de ji bo xwendinê hat Tirkiyeyê û ez jî ji bo zarokên xwe hatime Enqereyê.”

Bi gotina mamoste Haşim, muzîk di derbirîna êşên xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê de amûra herî bi hêz e.

Muzîk kariye dengê xelkê azadîxwaz ê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bêferq û cudahî bigihîne hemû cîhanê.

Hunermend Haşim Reşad di berdewamiyê jî de got, “Di serdema înqilaba Îranê de jî û niha jî ku gelek tişt diqewimin, me wekî Kurd bi rêya muzîkê her dem rola xwe hebûye.

Li ser muzîka Kurdî her tiştê ketibe ser milên me, me erkê xwe bi cih aniye.

Zêdetir min li ser muzîkê kar kiriye û ew jî bû sedem ku muzîka me her bi pêş bikeve; me muzîka xwe parast û em dê biparêzin jî.”

Mamoste Haşim heman demê kariye bala zarokên Kurd jî bikişîne ser muzîkê, wî daxwaza muzîkê zêde kiriye û zarok û ciwanên gelek kesan berê xwe daye waneyên wî û sûdê ji azmûn û hunereya wî digirin.

"Mamoste Haşim dersa koroyê dide zarokan"

Beşdara kursa muzîkê  Zelal Angayê ji Rûdawê re got, “Mamoste Haşim li vir hem dersa enstrûmanên weke keman û kemençeyê dide hem jî bi zarokan re dersên koroya muzîkê dide.

Dersên enstrûmanên cuda cuda dide. Ew bi xwe ji Rojhilat e, em ji Bakur in lê em bi Kurdî diaxivin û em bi hêsanî ji hev fêm dikin û em mecbûr nabin ku bi Tirkî biaxivin.”

Mamoste Haşim ku li Mehabadê mamoste bûye, piştî xanenişiniya xwe êdî hemû hêza xwe daye muzîkê.

Hunermend Haşim Reşad di heman demê zarokên xwe jî wekî muzîkhezan perwerde kirine û zarokên wî jî li ser şopa wî dimeşin.