Îzmîr (Rûdaw) – Li gorî belgeya ku ketiye destê Rûdawê, li Tirkiyê nêzîkî 2 milyon û 800 hezar koçberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê hene û herî zêde jî li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê bicîh bûne.
Belgeyeka fermî ya hikûmeta Tirkiyê ketiye destê Rûdawê ku tê de hejmara koçberên Sûrî yên li Tirkiyê hatiye nivîsandin her wiha li her bajarekî çend koçber bicîh bûne, nîşan dide.
Li gorî wê belgeyê, ku roja 31 Adara îsal hatiye tomarkirin, li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji her derê Tirkiyê zêdetir koçber bicîh bûne. Koçberên ku li Rihayê bicîh bûne, 401 hezar û 68 kes in.
Li dû Rihayê, Stenbolê tê. Koçberên Sûrî yên li wir jî bicîh bûne, 394 hezar û 556 kes in.
Koçberên Sûrî li tevahiya parêzgeh û bajarên Tirkiyê hatine belavkirin. Bajarê ku ji her derî kêmtir koçber lê bicîh bûne, bajarê Bartin e, tenê 27 koçberên Sûrî li wir in.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse