Komaleya Elewiyên Demokratîk bal kişand li ser rewşa girtîgehan
Navenda Nûçeyan - Endamên Komaleyên Elewiyên Demokratîk ji bo şert û mercên girtîgehan bên başkirin çalakiyek li dar xist.
Endamên komeleyê li Kadikoyê pêşiya peykerê canga kom bûn.
Endamên komê li vê derê daxuyaniyek da û gotin grevên birçûbûnê yên girtîgehan hê dewam dikin û lazim e li ser sedema wê çalakiyê lêkolîn bên kirin.
Piştî daxuyaniyê komê bêhnekê slogan berz kirin û paşê jî belav bûn.