Li Tirkiyê xelk ji bo vaksîna Sputnik V diçin Moskowê
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo vaksîna vîrûsa koronayê (Covid-19) Sputnik V ya Rûsî li xwe bidin, ji Tirkiyê gelek kes diçin Moskowê.
Li Tirkiyê ji bo kesên ku dixwazin vaksîna Rûsî Sputnik V li xwe bidin, bi hezar û 100 dolaran bo Moskowê di navbera 28 rojan de du ger tên lidarxistin.
Berdevkê Platforma Operatorên Gerên Tirkiyê Cem Polatoglu di derbarê mijarê de ji saziya weşana fermî ya wezareta berevaniya Rûsyayê got “Em ji bo du rojan diçin Moskowê û li otelê bicîh dibin.”
Herwiha Cem Polatoglu dibêje “Kesekî ku bi Tirki dizane rêbertiya me dike. Her tişt bi awayekî gelemperî birêve diçe, ger tê kirin, em bajêr dibînin, beriya vegerê jî em vaksîn dikin. Piştî 28 rojan ji bo doza vaksînê ya duyemîn, em dîsa tên. Bihayê gereke wisa hezar û 100 dolarê Amerîkî ye.”
Polatoglu diyar kir ku her grupek ku çêdibê ev ger tên lidarxistin û her grupek ji 40 kesan pêk tên.
Hat zanîn ku heta niha herî kêm du ger hatine kirin.