'Li Stenbolê piştî erdhejê bihayê xaniyan rojane zêde dibin'
Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê bandoreke zêde li sektora xaniyan kir û firotina xaniyan nêzîkî ji sedî 20 daxist. Li gel vê nirxê standin û kirêkirina xaniyan jî gelek zêde kir. Endamê Rêveberiya Odeya Emlakfiroşan a Stenbolê Fatih Gok got “Niha li Stenbolê bihayê xaniyan heftane, heta ber bi hilbijartinan ve êdî rojane diguhere.”
Her diçe li bajarê herî qelebalix a Tirkiyê li Stenbolê xanîstandin û xanîkirêkirin gelek zehmet dibe. Emrullah Menteş ê 33 salî, piştî erdheja Wanê ya sala 2011an bi malbata xwe re koçî Stenbolê dike. Emrullah bi malbata xwe ya 7 kesî re li semta Tarlabaşiyê li xanîyekê 2 ode û salonek mehê bi 2.500 lireyî rûdinê. Ew bi berhevkirin û firotina xurdeyan debara malbata xwe dike, lê li gel ku zêdetirî 10 sal e dixebite jî nikare ji xwe re xanî bistîne.
Karkerê bêxanî Emrullah Menteş got "Ev 10 sal in ez zewicî me, dixebitim jî lê nikarim ji xwe re xanî bistînim. Niha li vir di kirê de me. Kirêya min 2.500 lire ye. 5 zarokên min hene. Lê em ji heq nayên der. Beriya çend rojan xwediyê xanî hat û got, ez ê kirêya te zem bikim û bikim 6 hezar lire. Niha beriya 2-3 salan bûye min ê karibûya ji xwe re xanî bistanda. Yanê min deyn bikira, kredî bikşanda û bi awayekê bistanda. Lê niha çiqas deyn bikim jî nikarim xanî bistînim. Niha em ji erdheja Wanê reviyabûn hatibûn vir, lê li vir jî wê erdhej çêbibe. Em nizanin çawa bikin. Yan em biçin memleket, yan jî em ê li vir dewam bikin."
Erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê bandoreke zêde li sektora xaniyan kir û firotina xaniyan nêzîkî %20 daket. Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiyê meha Sibata 2023ê li gor heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji %18 kêm bûye û hejmara xaniyên hatine firotin bo 80 hezar û 31 xaniyan daketiye. Emlakfiroş didin zanîn, piştî erdhejan li Stenbolê di navbera ji sedî 50 heta 70 bihayê xaniyan zêde bûye.
Endamê Rêveberiya Odeya Emlakfiroşan a Stenbolê Fatih Gok dibêje "Niha li Stenbolê bihayê xaniyan heftane, heta ber bi hilbijartinan ve êdî rojane diguhere. Bi taybetî piştî hilbijartinan li Stenbolê, li navçeyên wek Bakirkoyê ku nêzî xeta fayê ne xelk dixwazin jê koç bikin. Lê navçeyên saxlem yên wek Şişli û Sariyerê bihayê xaniyan ji sedî 50 heta ji sedî 70 jî zêde bûye."
Li gorî pisporan yek ji sedemên bilindbûna nirxê xaniyan, firotina xanûberan ji bo biyaniyan e. Biyaniyên ku ji Tirkiyê 400 hezar dolar xanûber distîne mafê welatîtiya Tirkiyê bi dest dixin. Di sala 2022yan de 67 hezar û 490 xanî ji bo biyaniyan hatibû firotin.
Welatiyê bêxanî Erhan Ozbol anî ziman "Bi min, sedema sereke ya zêdebûna bihayê xaniyan ji ber firotina biyaniyan e. Lewra ji wan re erzan tê. Ji loma jî hatina wan û firotina xaniyan bo wan 2-3 qat zêde bû. Ev yek xweşê xwediyên xanûberan jî çû."
Li gorî endeksa Bankaya Navendî ya Tirkiyê, di meha Çileya 2023yan de, bihayê xaniyan li Stenbolê rekor tomar kir û nirxê metreçarçika xaniyan gihişt 1538 dolarî. Di kanûna 2022yan de li Stenbolê nirxê metreçarçika xaniyan 1493 dolar bû.
Li gorî amarên fermî, di meha Çileya îsal de, li tevahiya Tirkiyê bihayê metreçarçika xaniyan bilind bû û gihişt derdora hezar dolarî. Li gor heman heyama sala borî bihayê xaniyan bi ser lîreyê Tirkî ji sedî 153 zêde bûye. Beriya salekê li tevahiya Tirkiyê nirxê metreçarçika xaniyan derdora 552 dolar bû.