KCKyê ji bo Yalçin Kuçuk peyama sersaxiyê weşand

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo lêkoler-nivîskar Yalçin Kuçukê ku 6ê Nîsanê koça dawî kiribû, peyameke sersaxiyê belav kir.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di peyama xwe de diyar kir ku Kuçuk yek ji “rewşenbîr û entelektuelên” herî girîng ên Tirkiyeyê bûye û sersaxî ji malbat, xizm û hemû hêzên demokrasiyê re xwest.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêwendiya Yalçin Kuçuk a bi Abdullah Ocalan re.

Hat bibîrxistin ku Kuçuk ji Ocalan re digot "Birayê min Apo" û her tim bi sempatî nêzîkî tevgera wan dibû.

KCKyê destnîşan kir ku hevpeyvînên Kuçuk ên bi Ocalan re tevkariyeke girîng kir ku fikrên PKKyê bigihin nava civaka Tirkiyeyê.

“Pira di navbera gelan de”

Hat ragihandin ku Yalçin Kuçuk bawer dikir çareseriya Pirsgirêka Kurdan dê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de roleke sereke bilîze û hat gotin:

"Pêwendiya di navbera Abdullah Ocalan û Yalçin Kuçuk de pêwendiyeke ji dil û cihê baweriyê bû.

Her gava ku digihîştin hev, nîqaşên rewşenbîrî dikirin."

Di peyamê de navên sosyalîstên wekî Mîhrî Bellî, Hîkmet Kivilcimli û Vedat Turkalî jî hatin bibîranîn.

Hat destnîşankirin ku ev kesayet “di navbera gelê Kurd û yê Tirk de bûne pira biratiyê.”

Berteka li hemberî Halk TVyê

KCKyê di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî Halk TVyê jî da.

Sedema vê bertekê ew e ku Halk TVyê dema nûçeya mirina Yalçin Kuçuk weşandiye, rûyê Abdullah Ocalan ê di wêneyan de nixumandiye.

KCKyê ev yek wekî "bêrêziyeke li hemberî gelê Kurd" û "provokasyon" pênase kir û ew bi tundî şermezar kir.