Şîrketa Atlas Jet li hostesên jin ên kurd digere

08-05-2013
A+ A-
Ehmed Ekkaş

Hewlêr (Rûdaw) - Şîrketa Atlas Jet ya firokevaniyê ragihand ku pêwîstiya wan bi hostesên jin ên ku bi kurdî dizanin heye.

Atlas Jet her dem ku hewcetiya xwe bi hostesan çê dibû, radighand ku pêwîstiya wan bi hostesên jin ên xwedî ezmûn, bi başî İngilîzî, Erebî û Tirkî dizanin heye.

Ev cara yekeme ku şîrketa Atlas Jet a firokevaniyê, ji bilî mercên ku di cîhana firokvaniyê de standardin, zimanê kurdî dike mercek ji bo tayîna hostesên jin di şîrketa xwe de.

Rêveberekî şîrketa Atlas Jet ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji Stenbolê ji Rûdawê re ragihandin ku êdî zimanê kurdî li Tirkiyê ne qedexeye û pêwîstiya şîrketa wan bi hostesên jin ên bi zimanê kurdî dizanin heye.

Şîrketa Atlas Jet ya firokevaniyê, li Tirkiyê yek ji şirketên herî navdar e. Roja 14ê adara 2001an hat damezirandin. Şirketê bi du firokeyên boeing dest bi karê xwe kir û tenê di nava Tirkiyê de kar dikir. Niha fîloya wê 16 firokene, geşt û gozariya xwe li dervayî Tirkiyê jî encam dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst