Navenda Nûçeyan - Hevpeymaniya PKKê û partiyên çep ên Tirkiyê ku 12ê Adar a îsal hebûna xwe aşkere kiribû, bo cara yekem berpirsatiya êrişeke çekdarî li xwe girt.
Îro yekşemî 8ê Gulanê, Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) ragihand, ku milîtnanên wan êrişa pêr 6ê Gulanê li gundê Çaldag a li parêzgeha Gîresûn a Tirkiyê li dijî qereqoleke cendirmeyan pêk anîne.
TŞYG da xuyakirin, ku di encama wê êrişê de 3 cendirme û fermandarê qereqolê hatine kuştin.
TŞYGê herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku wan ew êriş bi mebesta bersivdana êrişên hikûmeta Tirkiyê ya di bin siya AK Partiyê de li navçeyên Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gevr û Şirnexê li dijî gelê Kurd pêk tên, encam daye.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin : “Ev çalakî ji bo bîranîna Denîz Gezmîşan û Azad Sîseran pêk hatiye.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de tekezî li ser berdewamiya çalakî û êrişên TŞYG tê kirin û ew yek tê gotin: “Ji niha pê ve dê çalakiyên me li her derî werin pêkanîn.”
TŞYG bang li ciwan û xortên li Tirkiyê dike, ku tevlî refên wan bibin û di bin sîwana Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan de, li gor wê li dijî faşîzmê bixebitin.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan di roja 12ê Adar a sala 2016ê de bi hevpeymaniya PKKê û 9 partiyên çep ên Tirkiyê hat damezrandin.
Partiyên ku beşdar in di vê hevpeymanîtiyê de ev in:
TKP/ML, PKK, THKP-C/MLSPB, MKP, TKEP-LENINIST, TIKB, DKP, DEVRIMCI KARABAGH û MLKP.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse