Turgay Turker: Di hilbijartinê de behsa aboriyê nayê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Komeleya Nûçegihanên Aborî Turgay Turker got ku di vê hilbijartinê de yek ji mijarên herî bingehîn ên Tirkiyeyê, aborî di pêvajoya hilbijartinê de nayê nîqaşkirin.
Turgay Turker, diyar kir ku divê li Tirkiyeyê derbasî aboriya hilberînê bibe û destnîşan kir ku parîteya kirînê li gorî 3 sal berê kêm bûye.
Herwiha Turker, diyar kir ku 3 sal berê toreke bi 200 TL tije dibû, lê niha tenê beşek ji torê bi vî pereyî tijî dibe.
Turker ji bo vejandina aboriyê sê sernav pêşniyar kir: “Têkoşîna li dijî netomarkiri, derbasbûna aboriya hilberînê û têkoşîna li dijî enflasyonê”.
Serokê Giştî yê Komeleya Nûçegihanên Aborî Turgay Turker beşdarî bultena Rûdawê ya Taybet bo Bakur bû û derbarê hilbijartin û aboriya Tirkiyê de bersiva pirsêb Hêvîdar Zana da.
Turker da zanîn ku Tirkiye deyndar dibe û lêçûna vê deynkirinê ji aliyê kesî ve nehatiye eşkerekirin.
Turker diyar kir ku ferqa di navbera dahat û lêçûn de her ku diçe zêde dibe û got “Dema em li parîteya kirînê ya 3 sal berê dinêrin, em dibînin ku kêmbûnek pir cidî heye û TL li hember dolar zirarek mezin dîtiye. Dema em li peywendiyên sedem û encama vê yekê dinêrin, di rastiyê de zêdebûna enflasyona xwarinê ku rê li berê nayê girtin û enflasyona Tirkiyê li gorî hin kesan hejmareke 3 û li gorî dewletê hejmareke 2 ye. Lê rastî vê nîşanî me dide: Hêza kirîna me her ku diçe paş ve diçe û û dadikeve xwarê. Baş e ji niha û şûn ve dê çi bibe, meqes vebû. Ez vê yekê bi têgînî dibêjim. Pêwîst e li biçin hilberinê. Eger hûn çandinî û ajeldariyek li ser bingeha hawirdekirinê biafirînin û bên astekek ku tiştekî herî biçûk jî ji derve hawirde bikin, hûn dê pirsgirêkan jî pê re bînin.”
Turgay Turker diyar kir ku li Tirkiyeyê aboriya hilbijartinê hê jî bi lez û bez didome û got”Piştî pêvajoya pandemiyê paşdeçûna welat û cîhanê, wê pêlên binî yên ku wê paşdeçûnê bi xwe re anî bixwazî nexwazî ev yek ji hêla aboriyên nazik ên mîna Tirkiyê ve pirtir tê hîskirin. 3 sal berê toreke bi 200 TL tije dibû, lê niha tenê beşek ji torê bi vî pereyî tijî dibe. Yanî ya rastî 4 qat zêde bûye. Nîşana herî tîpîk a ku enflasyon gihîştiye ku derê ye. Ma ev dikare were rastkirin? Ez dubare dikim: Yek, têkoşîna li dijî netomarkirinê. Du aboriya hilberînê. Sê têkoşîna li dijî enflasyonê. Hûn ê her tiştê ku tê ber we belav nekin.”
“Her ku enflasyona we zêde dibe, pêbaweriya we kêm dibe”
Turker anî ziman ku heta niha encamên aboriya hilbijartinê nehatiye dîtin, lê divê li ser vê bê axaftin û wiha berdewam kir “Em nikarin encamên vê yekê bibînin. Em hesab nakin dê çi maliyetê ji me re bîne. Her kes tiştekî dide, yekî din duqat dide lê kes naaxaxivê dê ev paşê bi deynek çawa li me vegere. Her ku deynê we yê derve zêde dibe û enflasyona we zêde dibe, pêbaweriya we kêm dibe. Hûn ê pere bibînin, wê hingê hûn ê nikaribin barê faîzê hilgirin. Ji kê re diçe, li vir bar û bacên zêde ji bo me welatiyan tê. Ma ev dikare were çareserkirin? Helbet dikare çareser bibe. Ji bo vê pêwîstiya herî bingehîn ew e ku di zûtirîn dem de aboriya hilberînê were Tirkiyeyê.
“Ti kes xema bêkariyê nake”
Em hemû feqîrtir dibin. Ev rastiyek e, lê ev feqîrbûn nagihê raya giştî. Tu kes xema bêkariyê nake. Dema em diçin mîtîngên Tifaqa Cumhur tiştekî din dibînin. Dema em diçin mitîngên Tifaqa Millet ji bo kêmdahatan peyam hene lê dema em ji raya giştî re behsa wê dikin, di bingeh de em nikarin guhertinan bixwînin. Hilbijêrên ciwan ên ku dê cara yeke deng bidin çi difikirin, ev girîng e. Bi rastî, ev faktorên diyarker in. Yanî Tirkiyeyek heye ku SCT lê zêde ye, rêjeyên kirîna kompîtur û telefonên destan dijwartir dibin, kirîna xanî û otomobîlan bûye xewnek. Lewma mixabin ev hilbijartin ne hilbijartineke ku aborî tê nîqaşkirin. Belê, em projeyan dikin. Lêçûna deynkirin heye. Û kes nabêje ku bihayê vê deynkirinê çi ye. Ev di hilbijartinê de çawa têne xuyan kirin.
“Kes bi awayekî rast behsa aboriyê nake”
Me beriya erdhejê behsa aliyê aborî dikir. Erdhejê mijarê bi aliyekî din ve bir, lê niha em lê dinêrin bûyerên ji xeynî siyasetl diyarker bûn. Kes rûnanê bi awayekî rast behsa aboriyê nake. Em çiqas deyndar bûne naaxive. Eger hûn hilberînin, hûn dê qezenc bikin. Aboriya nehilber çi ye, hûn dê aboriya xwedîkirinê pêk bînin. Ew jî heta derekî. Divê em vê di warê xwarin, derman, çandinî, ajeldarî û pîşesaziya parastinê de biaxivin.”