Li Mêrsînê li parkekê termek hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parkeke navçeya Tarsusê ya bajarê Mersînê yê Tirkiyeyê termek hat dîtin.
Kesên ku li Parka Aznakayê mirovekî bêlebat ê li erdê dirêjbûyî dît agahî da tîmên tenduristiyê.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn herêmê.
Di lêkolîna ku tîman kir de hat diyarkirin ku kesê mirî Aslan Kayayê 63 salî ye û ew miriye.
Tîman term ji bo otopsiyê veguhast meytxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê.