Hesabê Ekrem Îmamoglu yê Xê hat astengkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara dadgehê, hesabê Ekrem Îmamoglu yê li platforma Xê li Tirkiyeyê hat astengkirin.

Ekrem Îmamoglu 19ê Adarê di operasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû girtin û ji kar jî hatibû dûrxistin.

Dadgehê biryara astengkirina hesabê Xê yê Ekrem Îmamoglu ji Saziya Teknolojiya Agahiyê û Ragihandinê ya Tirkiyeyê (BTK) re şand.

Bi vê biryarê re hesabê medyaya civakî yê Ekrem Îmamoglu li nav Tirkiyeyê hat astengkirin.

Birêvebirên CHPyê li hemberî vê biryarê bertek nîşan da.

Alîkarê Serokê Koma CHPyê Gokhan Gunaydin ji ser hesabê xwe yê Xê li dijî biryarê derket û got:

"Wan hesabê Ekrem Îmamoglu yê Xê li Tirkiyeyê asteng kir.

Her wekî ku dema amûrên ronahiyê nehiştin bigihîjin Meydana Beyazitê, wan texmîn kir ku dê herêm di tariyê de bimîne.

Sibe dê milyonan hesabên Xê ji bo Serok hebin. Di pirtûka we de mêranî nîne, ev demeke berê jî diyar bûbû. Şerm li we be."

Parêzerê Xê: Ez dê îtiraz bikim

Li aliyê din, parêzerê Xê Gonenç Gurkaynak jî li ser astengkirina hesabê Ekrem Îmamoglu daxuyanî da û got:

"Li hemberî biryara dadgehê ya ku astengî aniye ser hesabê Îmamoglu yê Xê, bi daxwaza Xê û bi sifetê parêzerê serbest ê Xê, ez dê îro îtirazê pêşkêş bikim ku hemû bingehên hiqûqî yên îtirazên me dê li ser mijarê diyar dike."

Bi vê daxuyaniyê re platformê Xê nîşan da ku ew dê îtirazê li dijî biryara dadgehê ya astengkirina hesabê Ekrem Îmamoglu bike û dê li gorî çarçoveya hiqûqî hewl bide ku ev biryar were rakirin.