Ji bo malê dinyayê bavê xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Talasê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kurekî ji ber mîratê bavê xwe bi kêrê kuşt.
Bûyerê îro li Taxa Yenîdoganê rû da.
Li gorî agahiyan M.R. (83) û kurê xwe E.R. (58) li ser mîratê ketin qirika hev.
Pişt re jî nîqaş veguherî pevçûnê û E.R. kêr li bavê xwe da.
Tîman tesbît kir ku bavê 83 salî li cihê bûyerê miriye û termê wî bir meytxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê.
Kurê bavkuj jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.