DEM Partiyê daxuyanî da: Gelo Sirri Sureyya dê bihata kuştin?

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku 2yê Nîsanê di tekerê paş ê aliyê çepê yê otomobîla Sirri Sureyya Onder de “sîstemeke hesinî ya ku dikare teker biteqîne” hatiye dîtin.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder 3yê Gulanê li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya ku lê dihat dermankirin wefat kir.

Krîza dil li Onder dabû û tedawiya wî 18 rojan ajotibû.

Demên dawiyê îdiayên bi rengê ku “suîqest li Sirri Sureyya Onder hatiye kirin” hebûn.

DEM Partiyê bi rêya malperê xwe yê fermî bersiveke nivîskî da van îdiayan.

DEM Partiyê ragihand ku 2yê Nîsana 2025an di tekerê paş ê aliyê çepê yê otomobîla Sirri Sureyya Onder de “sîstemeke hesinî ya ku dikare teker biteqîne” hatiye dîtin.

Daxuyaniya nivîskî ya Buroya Ragihandinê ya DEM Partiyê wiha ye:

“Derbarê nûçeyên di çapemeniyê de yên bi rengê ku êrişeke terorî li endamê Heyeta Îmraliyê û Alîkarê Serokê Parlamentoyê yê rehmetî Sirri Sureyya Onder pêk hatiye pêwîstiya daxuyaniyekê çêbûye.

2yê Nîsanê berpirsê parkê ji dengên ku ji lastîkên wesayîta Sirri Sureyya Onder dihatin guman kiriye û wesayît biriye temîrgehê.

Di lêkolînê de hatiye tesbîtkirin ku amûreke tûj a ji hesinî ya ku dikare lastîkê paş ê ya çepê biteqîne hatiye bicihkirin.

Onder ev bûyer ji saziyên partiyê re gotiye û lêkolîn û nirxandinên pêwîst hatine kirin.

Bûyer û belgeyên pêwendîdar ji rayedarên fermî re hatine şandin.

Hem partiya me û hem jî Birêz Onder şopandineke nêzîk a mijarê kiriye.

Ji ber hestiyariya lêkolînê mijar negihîştiye raya giştî. Derbarê lêkolîn û pişkinîna ku tê meşandin heta niha encameke zelal negihîştiye me.”