Bulent Arinç: Divê dewlet kesên ku pêvajoyê bi rê ve dibin biparêze

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç, seredana mala şînê ya DEM Partiyê kir û diyar kir ku divê dewlet kesên ku pêvajoyê bi rê ve dibin biparêze.

Bulent Arinç çû şîna Sirri Sureyya Onder a li Koma DEM Partiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê û serxweşî li Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan kir.

Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê behsa kêliyên wefata Onder kir û wiha got:

"Bi nûçeya wefatê re em hemû wêran bûn. Dema min derbarê wî de tweet avêt, min tiştên xweşik gotin.

Di tweeta xwe ya dawî de min behsa helbesteke Nazim Hikmet a bi navê 'Wesîyet' kir.

Helbesteke 'Eger ez berî wê rojê bimirim dest pê bikin' wekî çîroka jiyana Sirri Sureyya Onder bû.

Wî wefat kir bêyî ku wê rojê bibîne lê bi me hemûyan re baweriyeke mezin heye ku em dê wê rojê bibînin.

Tirkiye dê bibe welatê aştiyê, dê bibe welatê aramiyê."

Bulen Arinç li ser îdîayên suîqestê li Sirri Sureyya Onder jî wiha got:

"Dê bê lêkolînkirin, ez xwedî agahî nînim li ser mijarê. Di rabirdûyê de û îro jî li dijî kesên ku gavê diavêjin ji bo çareserkirina hin pirsgirêkên bingehîn her tişt dikare bê kirin.

Di vê pêvajoyê de divê mirovên ku peywirê digirin baldar bin û dewlet wan wan ji nêzîk ve biparêze.

Ez hêvî dikim ku ev tevgerên ku nagihêjin armancên xwe êdî bibin dawî li Tirkiyeyê."

“Sîstemeke hesinî ya ku dikare teker biteqîne hatiye dîtin”

DEM Partiyê ragihand ku 2yê Nîsanê di tekerê paş ê aliyê çepê yê otomobîla Sirri Sureyya Onder de “sîstemeke hesinî ya ku dikare teker biteqîne” hatiye dîtin.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder 3yê Gulanê li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya ku lê dihat dermankirin wefat kir.

Krîza dil li Onder dabû û tedawiya wî 18 rojan ajotibû.

Demên dawiyê îdiayên bi rengê ku “suîqest li Sirri Sureyya Onder hatiye kirin” hebûn.

DEM Partiyê bi rêya malperê xwe yê fermî bersiveke nivîskî da van îdiayan.

DEM Partiyê ragihand ku 2yê Nîsana 2025an di tekerê paş ê aliyê çepê yê otomobîla Sirri Sureyya Onder de “sîstemeke hesinî ya ku dikare teker biteqîne” hatiye dîtin.