ENQERE - Erdogan, Serokwezîrê Îraqê pêşwazî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya serdaneke fermî de li Enqereyê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li Enqereyê destpêkê ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ve li Balafirgeha Esenbogayê hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku wî Serokwezîrê Îraqê ku bi vexwendina fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan çû Tirkiyeyê li Balafirgeha Esenbogayê pêşwazî kiriye.
Bolat, amaje pê kir ku dê di bin serokatiya Erdogan û Sûdanî de civînên dualî û di navbera heyetan de bên lidarxistin û anî ziman:
“Ez bawer im ev civîn dê beşdariyeke girîng bikin ji bo bipêşvebirina pêwendiyên Tirkiye-Îraqê yên ku di van salên dawî de di warên siyasî, aborî, ewlehî û bazirganiyê de bilez geş dibin.
Em wekî Tirkiye û Îraqê dê bi biryardarî berdewam bikin li ser avêtina gavên nû ji bo gihiştina qewareya bazirganiya dualî ya 30 milyar dolarî, zêdekirina veberhênanên hevbeş û xurtkirina pêwendiyên xwe û bazirganiya bi Projeya Rêya Bipêşketinê û deriyên nû yên sînorî.”
Bolat her wiha daxwaza xwe anî ziman ku ev serdan dê ji bo pêwendiyên her du welatan bipêşketineke baş bi dest bixe.
Piştî pêşwaziyê, Sudanî li Koşka Serokkomariyê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi merasîmeke fermî hate pêşwazîkirin.