Li Îzmîrê belema koçberan bin av bû: Koçberek mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Foçayê ya parêzgeha Îzmîrê li nav Deryaya Egeyê, belemeke koçberan bin av bû û koçberek mir.
Fermandariya Ewlehiya Beravan a Tirkiyeyê şeva borî ragihand ku li sînorên navçeya Foçayê li nav Deryaya Egeyê belemeke plastîk bin av bûye.
Li ser daxwaza alîkariya lezgîn, keştiyeke Ewlehiya Beravan, 4 belemên Ewlehiya Beravan û helîkopterek ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Tîmên alîkariyê 39 koçber ji nav belema ku bin av dibû û 4 koçber jî ji nav avê rizgar kirin.
Koçberekî ku kete nav deryayê canê xwe ji dest da û termê wî jî ji nav avê hat derxistin.
Di çarçoveya bûyerê de qaçaxçiyekî koçberan jî hat desteserkirin û ew birin Fermandariya Cendirmeyan.
Koçberên ku hatine rizgarkirin piştî karên fermî radestî Birêvebiriya Koçê ya Îzmîrê hatin kirin.