Dayîkên Aştiyê li Enqereyê ne û Erdogan peyamên nû dan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Stenbolê beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pîşesaziya Parastinê, Balafirvanî û Fezayê (SAHA EXPO 2026) bû.
Erdogan beşeke axaftina xwe ji bo pêvajoya çareseriyê veqetand û ev pêvajo wekî pêngava “herî stratejîk a xurtkirina eniya navxwe” pênase kir û got:
“Tirkiyeyeke bê teror, li hemberî şerê parvekirinê yê ku li herêmê tê birêvebirin, çepereke bihêz e ku di hişmendî û dilê miletê me de hatiye avakirin.
Biryargeha ramanî û siyasî ya hevbeş a vê çeperê jî bê guman Hevpeymaniya Cumhurê e.
Gihiştina bi vê armancê ne bi qalibên jiberkirî, bi aqilmendî, wêrekî û bi nêzîkatiyeke jixwebawer pêkan e. Bi destûra Xwedê, êdî veger ji vê rêyê nîne û dê nebe jî.”
Peyamên Dayîkên Aştiyê
Hevdem li gel axaftina Erdogan, şandeyeke Dayîkên Aştiyê bi rêberiya DEM Partiyê, li Parlamentoyê bi koma AK Partiyê re rûnişt.
Dayîkan wekî nîşana niyetpakî û aştiyê çarika spî pêşkêşî şandeya AK Partiyê kir.
Di civînê de dayîkan daxwaza xwe ya hevdîtina li gel Serokkomarê Tirkiyeyê jî eşkere kir.
Dayîka Aştiyê Muzeyyen Butunê diyar kir ku ew geşbîn in û got:
“Em bawer dikin ku dê tiştên baş çêbibin. Helbet bi kiryarên birêz Serokkomar, em bawer dikin ku dê tiştên baş çêbibin.”
Hevdîtinên li gel partiyên mixalefetê
Dayîkên Aştiyê berî AK Partiyê bi Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Paşerojê re jî rûniştin.
Dayîk li gel Ozgur Ozel û Ahmet Davutoglu civiyan û hêvî û daxwazên xwe yên li ser aştiyê gihandin wan.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser van serdanan agahî dan û destnîşan kir:
“Dayîkên Aştiyê ji Wan, Amed û Îzmîrê hatine û li ser navê bi hezaran dayîkan li vir in.
Wan di hemû hevdîtinan de daxwaz kir ku bila êdî dayîk negirîn.
Em wekî DEM Partiyê ji bo pêşwazî û guhdarîkirina li dayîkan û daxwazên wan, spasiya hemû wan partiyên siyasî dikin ku em heta niha bi wan re rûniştine.”
Serlêdana ji bo Girava Îmraliyê
Dayîkan piştî temamkirina hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re berê xwe da Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê.
Wan ji bo serdana Girava Îmraliyê û hevdîtina li gel Abdullah Ocalan bi awayekî fermî serlêdan kir.
Dayîka Aştiyê Behîye Yalçinê daxuyand ku ew li benda bersiveke erênî ne û li pey çû:
“Em hêvî dikin bi helkefta Roja Dayîkan ev daxwaza me were qebûlkirin.
Em dixwazin rêya hevdîtinê were vekirin da ku her kes karibe biçe û bi wî re (Ocalan) hevdîtinê bike.”
Çend hefte bûn ji ber neavêtina gavên yasayî, li ser çarenivîsa pêvajoya çareseriyê di nav raya giştî de dilgiranî zêde dibûn.
Lê daxuyaniyên dawî yên Erdogan û Serokê MHPyê û her wiha vê destpêşxeriya nû ya Dayîkên Aştiyê careke din hêvî geş kirine.