Omer Ocalan peyama Ocalan a cejnê ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, peyama cejnê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan mamê xwe ya bi boneya cejnê parve kir:

"Ez Cejna Qurbanê ya bêqurbanî li gelê me pîroz dikim.”

Li Girtîgeha Îmraliyê Rêberê Abdullah Ocalan û 6 girtiyên din bi boneya Cejna Qurbanê bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anî. 

Malbata Rêberê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmut Yamalak û Ergîn Atabey, di çerçoveya destûra Cejna Qurbanê de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.

Biraziyên Abdullah Ocalan Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û Alî Ocalan duh çûbûn serdanê wî.

Omer Ocalan derbarê  hevdîtina li Îmraliyê li ser hesabê xwe yê X'ê peyama Ocalan a cejnê parve kir.

Omer Ocalan  wiha got, "Me bi boneya Cejna Qurbanê bi Birêz Abdullah Ocalan re wekî malbat hevdîtinek pêk anî.

Baweriya me mezin bûye ku pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk rê li ber siyaseteke nû, rêxistinbûyîneke nû û afirandina wateyeke nû veke.

Di vê demê de ku rûdanên girîng û dîrokî çêdibin, ez peyama Birêz Abdullah Ocalan a ji bo cejnê pêşkêşî raya giştî dikim:

Ez Cejna Qurbanê ya bêqurbanî li gelê me pîroz dikim. Silavan ji gelê xwe re dişînim.”