Turk Telekom peyama HDPê neweşand
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, ku HDP jî di nav de, li Qada Îzmirê ya Gündoğduyê bi dirûşma "Bêhnek ji demokrasiyê re" mitîngek lidar xist. Beriya mitîngê, Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya HDPê dixwest ku peyamek belav bike û banga tevlîbûna mitîngê bike. Lê Turk Telekom ji ber peyva “faşîzmê” peyamê neweşand.
Operatora GSMê Turk Telekom peyama ji bo beşdariya mitînga bîranîna Deniz Poyraz a ku di 17ê Hezîranê de li avahiya HDPê ya İzmîrê hat qetil kirin, ji ku peyva “faşîzmê” di peyamê de derbas dibû, ne weşand.
Wekîlê Serokê Koma HDPê Saruhan Oluç mijarê anî rojeva parlamentoya Tirkyê û ji ber ne weşandina peyamê bertek da da Turk Telekomê
Saruhan oluç pirskir "Çima peyva faşîzm we aciz kir?" û wiha got “Ger tê bîra we, 'Deniz' li vir navê hevala me Deniz Poyraz e, ku di rêxistina me ya parêzgeha İzmir de hate qetilkirin. Türk Telekom weşana vê peyamê red dike û dibêje: `Em vê peyamê ji ber peyva 'faşîzm' naweşînin.' Ji ber vê yekê em dixwazin ji Türk Telekom bipirsin. Gotina 'faşîzm' çima we aciz kir?”
Oluç axavtina xwe ya di parlamentoyê de wiha berdewam kir “Çima ji şermezarkirin û lanetkirina zihniyetek faşîst û nijadperest a ku Deniz Poyraz kuştiye nerehet e û Turk Telekom jî vê peyamê naweşîne? Ma hûn yên ku Deniz Poyraz qetil kirin diparêzin? Em dixwazin bipirsin Turk Telekom hûn wê cinayetê diparêzin? Ne rewşeke ku bê qebûlkirin e. Di warê azadiya raman û derbirînê de nayê qebûl kirin, di warê civîn û xwepêşandanan de nayê qebûl kirin. Mîtînga ku emniyet û walîtî. Turk Telekom bangawaziya mitînga ku ji aliyê polîs û walîtiyê ve hatî destûrdayîn nake. Em şermezar û protesto dikin.”